Xatûn : Çavên min mîna eynan e Biskê min mîna qeytan e Diranê min mîna mircan in Eniya min mîna ferşan e Berê min mîna fîncan e Fîncanên mîr û paşan e Sîngê min mîna zozan e Zozanên haft eşîran e Zembîlfiroş, lawikê derwêş Lê bike kêf û seyran e Zembîlfiroş lawikê derwêş e Keremke tu were pêşe Heqê zembîlên xwe bibêje Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroş: Lê lê lê, lê lê Xatûnê Çavên te mîna zeytûnê Ditirsim ji agirê êtûnê Ya Xatûn ez tobedar im Tobedarê Xaliqê Cebar im J'ser toba xwe ez nayêm xwarê Xatûn : Zembîlfiroş lawikê feqîr e Were ser doşeka Mîr e Bidim te guliyên herîr e Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroş: Tu Xatûna li birc û van î Li ser text û li ser seran î Tu ji min re nabî kevanî Xwedî zarok û eyal im Zarok tazî û birçî li mal in Xatûnê ez tobedar im Xatûn : Zembîlfiroş lawikê nenas î Tena derpî û kiras î Tu ji destêm nabî xelas î Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroş: Xatûna gerden bi morî Qet nabe bi kotek û zorî Tirsa min ji wî Reb ê jorê Xatûnê ez tobedar im Tobedarê Zerdeştê Kal im Ji ser toba xwe qet nayêm xwarê