AWA

Helebçe

0
0
  • 2016.01.25
  • 7:13
AWAで聴く

歌詞

Ez ê daketim kel kas,xanan Ez ê daketim serê birc û van diyaran Ez ê bi ser kela dilê xwe de mijûl bûm Dîsa ji xeman û kulan û derdan birîn in Ax de wey lo lo wey lo lo Dîsa bombe û baran e, her derê girtî mij û dûman e Dîsa nalenala birîndaran e Dengê dayika tê li ser lorikên wan e Bavik bi keder xwe diavêje ser zarokan e Lê zarok mane bênefes, bêruh û bêcan e Ax birîndar im wey lo lo lo wey lo... Hey lê lê, wey lê lê ferman e hawar hawar Dîsa li me ferman e Li jor tête giregir û humehuma ba virok û teyaran e Her der xistiye nava agir û mij û dûman e Li jêr tête qireqîra zarokan, hawara dayîk û bavan e Dîsa dîrok xwe nû ve dike, weke carek dinê ji caran e Weke Diyarbakir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim Wehe Mehabad û weke Berzan e Îro dîsa li Des,ta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê Li bajarê Helebçe fermana me Kurdan e Ferman e, ferman e Dîsa hatin qelandin zarok û zêç, tev dayik û bavan e, Ax hawar li me ferman e li min ay... Ax birîndarê we me, li min oy... Erê hey lê lê... ere hey lo lo... Hawar Kurdino hûn ê bikin bilezînin Hûnê kaxez û pênûsekê bibînin, binivisînin Dinya alemê pê bihisînin Serok û rêberên Kurdan li hev bînin Bira bi yek bin ji halê me re tistekî ji dinyayê re binivisînin Bira xelk û aleman pê bihisînin Da ku çarekê ji hatê me Kurdan re bibînim Me ji bin ve bindestiyê derînin hawar hawar... Heyfa Kurdistan ku îro dis,ewitînin Agir li serê me Kurdan dibarînin Ax de ay... lo ax de li min birîndarê we me.

このページをシェア

Şivan Perwerの人気曲

Şivan Perwer
の他の曲も聴いてみよう
AWAで他の曲を聴く
はじめての方限定
1か月無料トライアル実施中!
登録なしですぐに聴ける
アプリでもっと快適に音楽を楽しもう
ダウンロード
フル再生
時間制限なし